Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY'ê Ser Keşmîrê Kom Dibe


Çîne bang li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku ser Camu Keşmîrê kom bibe.

Li ber e ku civat roja Înê derbarê Camu Keşmîrê civîneke girtî li dar xe.

Piştî Hindistanê statuya taybet ya Camu Keşmîrê bi dawî kiribû, Pakistanê bi 3 nameyan ji Civata Ewlekarî ya NY’ê xwestibû ku ser wê herêmê bicive.

Hindistanê di 5’ê Tebaxê de statuya taybet ya Camu Keşmîrê bi dawî kiribû.

Karbidestên Hindistanê didin zanîn ku li Camu Keşmîrê rewş asayî ye, lê medya navneteweyî radigihîne ku li herêmê nebûna înternetê û qutbûna xetên telefonê didome.

XS
SM
MD
LG