Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY'ê Ser Pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê Kom Dibe


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dê îro Sêşemê ser pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê kom bibe.

Endamên Ewrupî yên Civata Ewlekarî ya NY’ê, Brîtanya, Fransa, Almanya, Belçîka û Estonya bi serlêdanê xwestin ku civat ser pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê bicive.

Civat dê piştî civîna ser Sûrîyê, derbarê pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê biaxife.

Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres do Duşemê bi serokên Azerbaycan û Ermenistanê re axifîbû.

Guterres bang li Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan kiribû ku xwe ragirin.

Wî dîyar kiribû ku pevçûnên her du dewletan fikaran çêdikin û ji wan xwestibû ku pevçûnan demûdest bi dawî bikin.

XS
SM
MD
LG