Cîgirê Sekreterê Giştî yê Peywendîyên Siyasî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) Jeffrey Feltman dê serdana Koreya Bakur bike.
Ji 2011’an vir ve cara yekê karbidestekî NY’ê dê serdana Koreya Bakur dike.
NY’ê ragihand ku Feltman dê di navbera 5-8’ê Berfanbarê de serdana Pyongyangê bike.
Koreya Bakur îsal li ser hev muşekên balîstîk ceribandin û bîragiştî ya navneteweyî dijî wê bertek nîşan dan.
Berdevkê NY’ê Stephane Dujarric dîyar kir ku serdana karbidestê wan dê bersîveke bo vexwendina Koreya Bakur be û di hevdîtinê de ewê gelek mijarên siyasî bi berfirehî werin nîqaş kirin.
Feltmen piştrast kir ku dê bi Wezîrê Derve yê Koreya Bakur Ri Yong Ho û cîgirê wî Pak Myong Guk re kom bibe. Feltmen herwiha dê bi diplomat û şandeya NY’ê ya li Pyongyangê re jî bicive.
Pyongyangê hefteye borî muşekeke nû ya navparzemînî firandibû û îdia kiribû ku ew dikare bigihêje hemî axa Amerîka.
Serdana Koreya Bakur ya ji alîyê karbidestekî NY’ê ve, herî dawî di 2011’an de ji alîyê Kordînatorê Alîkarîya Mirovî ya NY’ê yê wê demê Valerie Amos ve pêk hatibû.