Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ser hevdîtina rêberên Koreya Bakur û Koreya Başûr daxuyanîyek belav kir.
‘’Em biryara pûçkirina çekên navokî yên Nîvgirava Kore pîroz dikin û bo hilcivîna dîrokî çepikan lêdixin’’ Guterres got.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY’ê Stephane Dujarric di preskonferansa rojane de dîyar kir ku dîmenên hevdîtina rêberên Koreya Bakur û Koreya Başûr li seranserê cîhanê hatiye temaşe kirin û piştgirîyeke mezin bo wan hatiye dayîn.
Dujarric dîyar kir ku Guterres bi danezana hevbeş ya Panmunjom kêfxweş bûye.
‘’Guterres her du rêberan jiber wêrekîya wan pîroz dike û bang li her du alîyan dike ku dîyalogê bidomînin’’ Dujarric got.
Dujarric da zanîn ku Guterres li bendê ye ku destkeftîyên hilcivînê werin xurt kirin û werin pêş xistin.