Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY bo Lîbya Banga Agirbestê Dike


Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Cejna Qurbanê bang li alîyên şerken yên li Lîbya kir ku agirbestê ragihînin.

Nûnerê NY’ê yê Lîbya Ghassan Salame li Civata Ewlekarî ya NY’ê da zanîn ku dîyar kir ku ew dixwazin ku alîyên şerker girtîyan biguherînin û agirbestê xurttir bikin.

‘’Her du alî jî mafên mirovan yên navneteweyî bi awayekî cidî binpê dikin. Li Lîbya berê ti carî şerên dewletên din wisa çênebûbû’’ Salame got.

Wî da zanîn ku di şerên li nêzî Trablusê de bi qasî 1100 kes hatine kuştin û dîyar kir ku tevî biryarên NY’ê jî ‘’çek diherikin’’ Lîbya.

Li Lîbya ji 2011’an vir ve têkoşîna serwerîyê heye û niha hêzên hikûmetê û hêzên girêdayî Xelîfe Hefter şer dikin.

XS
SM
MD
LG