Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY ji Lîbyayê re Dibêje ku Divê Aramî û Aşti Were Parastin


Dîmeneke ji Parlemantoya Lîbyayê (Arşîv)
Dîmeneke ji Parlemantoya Lîbyayê (Arşîv)

Stephanie Williams, şêwirmenda taybet ya sekreterê giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Lîbyayê bang li hemî alîyan kir ku aştî û aramîya welêt biparêzin.

Williams roja Yekşemê bi serokwezîrê demkî yê Lîbyayê Ebdulhemîd el-Dbeibah û cîgirê wî yê Fethî Başaxa re, ser rewşa aloz ya Lîbyayê hevdîtinên cuda pêk anîbû.

Wê piştî hevdîtinan bang li Dbeibah û Başaxa kir ku aramî û aştiya welêt biparêzin.

Williams li ser Twitterê got ku di hevdîtina xwe ya bi Başaxa re wê destnîşan kiriye divê bi rengek "berfireh, zelal û lihevhatî pêşde biçin û aramî li Trablusê û li seranserê welêt were domandin."

Dbeibah, di 6'ê Sibatê de wekî serokwezîrê nû yê demkî yê Lîbyayê hate hilbijartin, piştî danûstandinên dirêj yên bi alîyên şerê navxwe ya li welêt ku bi dehsalana didome.

Hikûmeta Yekîtîya Neteweyî (GNU) ya bi serokwezîrîya Dbeibah ji hêla NY ve tê nas kirin.

Lê, Pêncşema borî parlemantoya Lîbyayê biryar girt ku hikûmeta demkî ya Dbeibah êdî ne rewa ye û ew darxstina hilbijartina giştî heya sala were, paşve dixin.

Hevdem, parlemantoyê wezîrê berê yê navxwe Fethî Başaxa wek bo seroktîya hikûmeta nû ya Lîbyayê destnîşan kir.

Dbeibah ev biryarên parlemantoyê red kir û da zanîn ku heya ku hilbijartin neyê kirin wê ji posta xwe niha ya serokwezîrîyê venekişe.

Williamsê got jî ku divê baldarî ser "di demek herî kurt de darxistina hilbijartinên neteweyî yên azad, dadperwer û berfireh be."
Serokwezir Dbeibah, pişti hevdîtinê, li ser malpera Facebookê ya hikûmeta xwe GNU daxuyanîyeke weşand.

Dbeibah ragihand ku di hevdîtina bi Williams re de, wî pêdîvîya bo temamkirina nexşerêya ku li Cenevreyê hatîye pejirandin, destnîşan kiriye.

Herwiha, wi ji Williams re daye zanin ku bo avakirina "şertên guncaw yên bo darxistina hilbijartinên neteweyî û referanduma ser qanûna bingehin ya di vê salê de", tevahîya alîyên Lîbyayî berpirsiyarin.

Fethî Başaxa jî di derbarê hevdîtina xwe ya bi Williams re axifî.
Başaxa got ku di hevdîtina wî bi Williams re de, ew ser hewlên" bi awayek zelal û dadmendî "avakirina hikûmeta pêşniyarkirî peyivîne.

Hevdem, wî ji William re fîkarên xwe yên ser aramîya rewşa ewlekarî û pabendbûna bi çarçoweya qanûna bingehin û herwiha nêrînên ser dîyarkirina dema hilbijartinan, anî ye ziman.

XS
SM
MD
LG