Kordînatorê taybet yê Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê Jan Kubis îro Çarşemê got ku di vê demê de ku ekonomîya Lubnanê hildiweşe, sîyasetvanên wî welatî tenê temaşe dikin.
“Rojeke din ya tevlihevî ya li dor damêzrandina hikûmeteke nû û xwepêşandanên nerazîbûnê yên zêdebûyî û aborîyeke ku xirabtir dibe,” Kubis ji ser Twitterê got.
Wî ji sîyasetvanan Lubnanî xwest ku gel tawanbar nekin.
“Sîyasetvano, gelê Lubnanê tawanbar nekin, divê hun xwe jibo vê krîza kûr sûcdar bikin.”
Piştî ku Serokwezîrê Saad Harirî di encama xwepêşandanên nerazîbûnê yên dijî dizî û pere xwarinê de, di Cotmeha borî de neçar mabû ku dest ji kar berde, Lubnan ji krîzeke kûr ya sîyasî derbaz dibe.
Rikeberîyên sîyasî heta niha nehêlaye ku hikûmeteke nû were damêzrandin û nezelalîya sîyasî jîyana hemwelatîyan xistiye rewşeke dijwartir.