Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY jiber Karanîna tundîyê Hêzên Ewlekarî yên Myanmarî Şermezar Dike


Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet, hêzên ewlekarî yên Myanmarê jiber karanîna tundûtûjîyê şermezar kir.

Bachelet dîyar kir ku divê artêşa Myanmarê kuştina xwenîşanderên dijî darbeyê rawestîne û wan neavêje girtîgehe.

Xanim Bachelet da zanîn ku tevgerên artêşa Myanmarê yên dijî xwenîşanderan ‘’bi her awayî kirêt in.’’

‘’Ofîsa Mafên Mirovan ya NY’ê piştrast kir ku li Myanmarê ji darbeya 1’ê Sibatê vir ve bi kêmî ve 54 kes ji alîyê polîs û leşkeran ve haitne kuştin. Lê dibe ku hejmara rast ji ya pişrastkirî hîn zêdetir be’’ Bachelet got.

Wê da zanîn ku di protestoyan de bi sedan kesên din jî birîndar bûne.

"Li Myanmarê dijî darbeyê li 537 cîhan protesto pêk hatine. Rojnamevan, berpirsên hilbijartinê, nivîskar, bizavkarên mafên mirovan, karbidestên saxlemîyê û mamoste jî di nav de bi kêmî ve 1700 kes hatine bi awayekî kêfî hatine desteser kirin." Bachelet bi berdeamî got.

XS
SM
MD
LG