Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY : Piştî Darbeyê li Myanmarê Çareserîyeke Navneteweyî ya 'Demûdest' Pêwîst E


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres

Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Çarşemê di derbarê krîza siyasî ya ku jiber darbeya leşkerî ya 1'ê Sibatê de li Myanmarê derketîye holê, raporeke nû, ragihand.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di raporê de jibo çareserîyeke "demûdest" ya navneteweyî bang kir.

Di rapora bi navê "rewşa mafên mirovan yên Misilmanên Rohîngyayî û kêmhatîyên din yên li Myanmarê" de, Guterres got ku ew ditirse ku derketina dijî desthilatdarîya artêşê dê dijwartir bibe.

" Pêwîst e ku bersîveke yekbûyî ya navneteweyî û herêmî were dayîn ku bibe alîkar da ku Myanmar vegerîne ser ryîya reforma demokratîk," Guterres got.

Hewldana navneteweyî "divê bi serbestberdana demûdest ya Serok Win Myint, şêwirmenda dewletê Aung San Suu Kyi û karbidestên din yên hikûmetê destpê bike", Guterres got.

Wî bi berdewamî da zanîn ku "giheştina mirovahî û alîkarîya lezgîn, bi taybet bo civakên di xeterîyê de ne, di nav wan de Misilmanên Rohîngya, ku piranîya wan li Bangladeşê û cîhê din li sirgûnê dijîn, pir girîng e."

Guterres destnîşan kir ku pêşîgirtina xurtkirina desthilatdarîya artêşê kêm dibe û girîng e ku ew piştgirîyê bidin "daxwazên demokratîk yên gelê Myanmarê."

Li Civata Neteweyên Yekbûyî (NY) de bo erêkirina raporê dengdaneke hat kirin.

Rapor ji hêla 119 welatan ve hate pejirandin, lê tevî Çînê 36 welat bêbiryar man û her wiha Belarûsê jî dijî pejirandinê, deng da.

Li Myanmarê ji darbeya 1'ê Sibatê vir ve alozîyên berfireh hene.

Komeleya Alîkarîya jibo Girtiyên Siyasî (AAPP) dibêje ku ji destpêkirina darbeya li Myanmar heya niha 1.100 sîvîl hatin kuştine û 8.400 kes hatine girtin.

XS
SM
MD
LG