Ofîsa mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Înîyê ragihand ku artêşa Myanmarê binpêkirinên giran pêk tîne.
Berdevikê Mafên Mirovan yê NY Rupert Colville di preskonferansa li Cenevreyê de ser mijarê axifî.
"Em jiber zêdebûna metirsîdar ya binpêkirinên giran yên mafên mirovan yên li Myanmarê pir bi fîkar in," Colville got.
Rupert Colville dîyar kir ku tenê di hefteya dawî de, hêzên ewlekarîyê 11 kes kuştine û şewitandine, ku 5 ji wan zarok bûne.
Wî da zanîn ku artêşa Myanmarê meşînan dajon ser xwepêşanderên ku mafê xwe yê bingehîn ya kombûna aştiyane bi kar tînin.
Berdevikê wezareta derve ya Amerîka Ned Price roja Pêncşemê got ku Amerîka ji ragihandinên ku leşkerên Myanmarê 11 kes li bakurê rojavayê herêma Sagaing girtine û kuştine, gelek bi hêrs û aciz e.
Desthilatdarên leşkerî yên Myanmarê ser tawanbarîyên Neteweyên Yekbûyî (NY) heya niha ti bertek nîşan nedane.