Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres êrîşên kujer yên roja Pêncşemê li Kabulê şermezar kirin û ew êrîş wek kiryarên terorîstî bi nav kirin.
"Ew bûyer alozîya rewşa li Afganistanê dide ber çavan, lê hevdem dema ku em bo piştgiriya gelê Afganî alîkarîyên bi lez li seranserê welêt didomînin, biryardarî ya me jî xurt dike, " berdevikê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric îro ragihand.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li ser hesabê xwe yê Twîtterê got ku ew bi tundî êrîşa terorê ya hovane şermezar dike û demûdest derxistina gelek kesan ber bi ewlehîyê hîn jî pêşengîya NATO'yê ye.
Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen jî got ku ew êrîşên tirsonek û nemirovane yên li firokexaneya Kabul şermezar dike.
Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel jî bang kir ku tevê wan êrîşan xebatên derxistina mirovan ji firîngehê bidomin.
Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson kî ew êrîş wek hovîtî bi nav kir û got ku êrîş girîngîya domandina xebatên derxistinê bi lezgînî nîşan dide.
Nûnerê Amerîkî Peter Meijer, di twîtekê de roja Pêncşemê êrîş wekî senaryoyeke kabûsê bi nav kir.
Meijer di seredaneke nedîyarkirî de çû Kabulê ku rewşa firokexaneya navneteweyî ya Kabulê ni nêzve bibîne.
Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Sentaron ya Amerîka êrîş wek kiryareke tirsonek bi nav kir.
"Ev krîzeke mirovahî ye û divê hikûmeta me firîngehê ewle bike. Gelek hemwelatîyên Amerîkî û Afganîyên bêparastin bi rengekî bêhêvî hewl didin ku ji welêt derkevin" daxuyanîya komîteyêgot.
Pentagon û ajansa serekî ya nûçeyan ya Afganî Pajhwok ragihand ku 90 Afganî û 13 endamên leşkerê Amerîkî, herî kêm 103 kes hatin kuştin.