Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekbûyî Ser Statuya Orşelîmê Kom Dibe


Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî (CENY) dê bo bernivîseke derbarê statuya Orşelîmê dengdanê bike.

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kiribû ku ewê êdî Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê bibînin.

Bernivîsa bo dengdana li CENY’ê hatiye hazir kirin dide zanîn ku ewê Neteweyên Yekbûyî (NY) di statuya Orşelîmê de guherînê neke.

Reuters û AFP’ê ragihand ku bernivîs ji alîyê Misirê ve hatiye amade kirin û dîyar dike ku kêşeya Orşelîmê divê bi danûstandinan were çareser kirin.

Di bernivîsê de bi awayekî eşkere qala biryara rêvebirîya Trump nekirine, lê ‘’Jiber bûyerên dawî yên ser statuya Orşelîmê em xemgîn in’’ hatiye nivîsîn.

Bernivîs, bang li deweletan dike ku li Orşelîmê balyozxane venekin û li gor biryarên NY’ê tevbigerin.

Li ber e ku CENY îro Duşemê ser bernivîsê dengdanê bike.

XS
SM
MD
LG