Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên NY'ê: 65 ji Sedê Reqa Hilweşîyaye


Karbidestên Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji Reqa hat derxistin, cara pêşî serdana wî bajarî kirin.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyenên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, bi piştgirîya Amerîka di 17’ê Cotmeha 2017’an de DAIŞ bi temamî ji Reqa derxistibû.

Li gor karbidestên NY’ê 65 ji sedê Reqa di pevçûnan de hilweşîyaye.

Dîrektorê Sûrîyê Bernamaya Xwarinê ya Cîhanê ya NY’ê Jakob Kern got ku ‘’hema bêje temamê Reqa’’ hilweşîyaye.

Rêvebirên herêmî yên Reqa dîyar dikin ku bo xizmetên wek binesazî, dibistan û rê bi kêmî ve 10 mîlyon dolar pêwîst in.

Dewleta Îslamî (DAIŞ) di sala 2014’an de Reqa bi dest xwe xistibû û ew bajar bi qasî 3 sal ‘’paytaxta xîlafetê’’ ya wê rêxistinê bû.

Berî şerê navxweyî yê Sûrîyê, ku di Adara 2011’an de destpê kiribû, 200,000 kes li Reqa diman.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG