Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha NY Daxwaza Pêşîgiritna Jenosîda Ser Gelê Rohingya ji Myanmarê Dixwaze


Netherlands International Court Rohingya
Netherlands International Court Rohingya

Dadgeha bilind ya Neteweyên Yekbûyî îro Pêncşemê biryarek bo piştgirîya gelê Rohingya da û ji Myanmar xwest ku jibo pêşîgirtina jenosîda ser gelê Rohingya hemî tedbîrên pêdivî wergire.

Serokê dadgehê, Dadwer Abdulqawî Ahmed Yusuf, got ku Dadgeha Navnetewî ya Dadmendî (International Court of Justice) bawer dike ku civata Rohingya li Myanmarê di bin mercên pir dijwar de dijîn û rûbirûyê gelek xeterîyan in.

Dadgehê di biryara xwe ya yekdengî de herwiha bal kişand ku got ku armanca biryara wê parastina gelê Rohingya ye û divê hikûmeta Myanmar berpirsîyên xwe yên qanûnî navnetewî bi cîh bîne.

Rohingyayîyên derbier
Rohingyayîyên derbier

Dadgehê herwiha ferman da Myanmarê ku "gavên bi bandor avêje ku pêşî li tunekirina delîlên girêdayî îdiayên kiryarên jenosîdkar bigire û wan delîlan biparêze.

Dîsa, dadgehê ferman da Myanmarê ku di nav çar mehan de rapor bide wê ku jibo cîhanîna biryara dadgehê pêngavên çi rengî avêtine û tedbîrên çawa girtine û dû re jî her şeş meh carekê bi rêka dadgehê bîragiştî ya cîhanî agahdar bike.

Berevankarên mafên mirovan bi germî pêşwazîya biryarê kirin û şabûna xwe li ser wê ragihandn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Myanmar, ku bi piranî Budîst e, Rohingyayan wek Bangladeşîyên ku ji wî welatî hatine dibîne, tevî ku malbatên wan bi nifşên dirêj li Myanmarê dijîn.

Hema hema tevahîya Rohingyayan ji ala 1982’yan vir ve bê mafê hemwelatîbûnê dijîn loma jî bi neçarî di “statuya bêdewlet” de, bê mafên bingehîn û bê azadîya rêwîtîyê jîyana xwe didomînin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku biryara Dadgeha Navnetewî ya Dadmendî ji alîyê qanûnê ve pêbend e anku divê hikûmeta Myanmarê vê biryarê bi cîh bîne, lê divê Neteweyên Yekbûyî givaştinên sîyas li ser wî welatî bike da ku biryar werin cîhanîn.

XS
SM
MD
LG