Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Bang li Erebîstana Saudî Dike ku Cîhê Termê Xaşiqcî Bêje


Komîsera Bilind ya Mafên Mirovên yên Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet dîyar kir ku divê pisporên navneteweyî jî beşdarî vekolîna serbixwe ya ser kuştina Cemal Xaşiqcî bibin.

Bachelet da zanîn ku lêpirsîna dadî û ya otopsîyê bo vekolîna kuştina Xaşiqcî girîng in û bang li Erebîstana Saudî kir ku cîhê rojnamevanê kuştî bêje.

Wê bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku bûyera ku di 2’ê Cotmehê de pêk hatiye ‘’şok çêkiriye û dijminane ye’’

Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Rîyadê berê îdiayên ser kuştina Xaşiqcî red kiribûn, lê piştre dabû zanîn ku Xaşiqcî di hindurê konsulxaneyê de, di pevçûnê de hatiye kuştin.

Erebîstana Saudî ragihandibû ku ser kuştina Xaşiqcî 18 kes hatine desteser kirin.

Karbidestên Tirkîyê didin zanîn ku tevî hemî hewildanan jî wan termê Cemal Xaşiqcî hîn nedîtiye.

XS
SM
MD
LG