Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: 10 Xebatkarên Me yên li Sudana Başûr Hinda Bûne


South Sudan Map
South Sudan Map

Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku 10 xebatkarên wê li Sudana Başûr hinda bûne.

Berpirsê mirovahî yê NY li Sudana Başûr, Alain Noudehou got ku xebatkarên wan roja Çarşemê li herêma Ekvatora Navîn hinda bûn, dema ew ji Yei ber bi Tore diçûn.

"Em li ser rewşa xebatkarên xwe pir xembar in û demûdest li agahîyên ser xweşhalîya wan digerin," wî got.

Xebatkarên alîkarî di vê demê de hinda bûn ku 10 roj berê jî çekdaran jimareke xebatkarên mirovahî dîl revandibûn.

Noudehou da zanîn ku di nav şeş mehên dawî de, cara sêyê ye ku xebatkaran ji alîyê grubên çekdar ve têne revandin.

XS
SM
MD
LG