Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Tenê Sûrî jibo Danûstandinên Cenevrê Têne Vexwendin


Khawla Mattar, berdevka nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûrîyê Staffan de Mistura îro Çarşemê berevajîya pêşnîyara Tirkîyê dibêje ku tenê Sûrî ji danûstandinên aştîyê re hatine vexwendin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavusoglu do li Enqerê gotibû, eger partîya PYD ya Kurd tev li Cenevrê bibe, ewê danûstandinan boykot bike, bi îdiaya ku peywendîya wê bi PKK re heye.

Mattar da zanîn ku plana de Mistura tune ku kesên ne Sûrî yên wek şandeyên çevdêr ji Tirkîyê, Rûsya, Amerîka û Fransa vexwîne danûstandinan.

Mattar hurgilî neda ku kîjîan partî û kesitî bo danûstandinan hatine dawet kirin.

XS
SM
MD
LG