Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Sûrîyên Koçber Vedigerin Warên Xwe


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Sûrîyên ku jiber şerê navxweyî ji warên xwe koç kirine, vedigerin cîhê xwe.

Li gor daneyên NY’ê di 6 mehên pêşî yên îsal de bi qasî 750,000 Sûrî vegerîn cîhên xwe. Par, di temamê salê de ewqas kes vegerîyanbûn warên xwe.

Kordînatorê Alîkarîya Mirovî ya NY’ê Panos Moumtzis meha borî dabû zanîn ku di 4 mehên pêşî yê salê de 920,000 kes ji cîhên xwe koç kirine. Şerê navxweyî ya li Sûrîyê heft sal in didome û ew wek hejmara herî bilind hatibû qeyd kirin.

Komîserîya Bilind ya Penaberan ya NY’ê da zanîn ku vegerên bo cîhên ku hikûmetê sitandine zêde bûne.

Hêzên hikûmetê, Hums, Heleb û Şam ji destê serhildayan sitandibû. Jiber pevçûnên li Gutaya Rojhilat û Îdlibê ji wir gelek kesan koç kir.

NY dide zanîn ku hejmara koçberên ku derketine derveyî Sûrîyê û vegerîne pir hindik e. Di 6 mehên pêşî yên sala 2018’an de tenê 13,000 Sûrî vegerîn welatê xwe.


XS
SM
MD
LG