Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

De Mistura Dema ''Danûsitandinên Bingehîn'' yên bo Aştîya Sûrîyê Dîyar Kir


Switzerland Syria Talks
Switzerland Syria Talks

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yebûyî (NY) li Sûrîyê Staffan de Mistura, dîyar kir ku bo bidawîkirina şerê navxweyî yê li wî welatî, ew hêvî dikin ku di meha Cotmehê de ‘’danûsitandinên bingehîn’’ pêk werin.

De Mistura, ji rojnamevanan re da zanîn ku berî danûsitandinên meha Cotmehê, dibe ku nûnerên rejîma Esad û serhildayan, bo hevdîtineke kin li Cenevrê kom bibin.

Nûnerê NY’ê dîyar kir ku êdî dixwazin bala xwe bidin ser hevdîtinên cidî û da zanîn ku di navbera komên serhildayan de cûdabîrî heye.

De Mistura, dema qala rejîmê dikir got ku ‘’em bi Rûsya û Îran yên ku bandora wan li ser hikûmeta Sûrîyê hene jî, bawer dikin.’’

Di hevdîtinên Cenevrê yên berê de, ku NY navbeynkarî kiribû, rejim û serhilda derbarê mijarên bingehîn yên wek guherînên siyasî yên li Sûrîyê nepeyîvîbûn.

De Mistura dîyar kir ku pirbûna herêmên li Sûrîyê erênî yê û dîyar kir ku ew hêvî dikin ku heta hevdîtinên Cotmehê, Reqa bi temamî ji destê DAIŞ’ê were rizgar kirin.

XS
SM
MD
LG