Berpirsê Mafên Mirovan yên Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeid Ra’ad Al Hussein dîyar kir ku li Îdlibê 2,500,000 Sûrî dijîn û jiber rewşa wan ew ketine fikaran.
Li gor raporên NY’ê 1,100,000’ê van kesan, koçberên ku jiber şer revîyane.
Zeîd dîyar kir ku dibe ku li Guta ya rojhilata Şamê jî hejmara kuştîyan zêdetir bibe.
Do Çarşemê, pirtir ji 20 kes, li Guta di pevçûnên serhilda û hikûmetê de hatibûn kuştin.
Zeîd da zanîn ku li Gutaya Rojhilat de, ji serê salê vir ve 85 kes hatine kuştin û 183 kesên din jî birîndar bûne.