Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY'ê Ser Êrîşa Kîmyayî ya li Sûrîyê Kom Dibe


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) îro Duşemê ser daxwaza Amerîka û 8 dewletên din, bo êrîşa kîmyayî ya li Duma ya Sûrîyê demûdest kom dibe.

Balyoza Amerîka li CENY’ê Nikki Haley bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku li Sûrîyê karanîna çekên kîmyayî zêde bûye û di êrîşan de sîvîl tên kuştin û birîndar dibin.

Haley da zanîn ku divê CENY bi kesên ku birîndar derman kirine re bicive, vekolîneke serbixwe bimeşîne û hesabê êrîşa kîmyayî bipirse.

Balyoza Amerîkî Haley got ku ‘’Eger CENY karê xwe neke Washington bo bicîhanîna erka xwe amade ye’’

Sazîyên alîkarîyê îdia dikin ku hikûmeta Sûrîyê li Duma ya Gutaya Rojhilat bi kêmî ve 70 kes kuştin.

Hikûmeta Sûrîyê û hevalbenda wê Rûsya dîyar dikin dîmenên ku ji herêmê tên sexte.

Ajansa fermî ya Sûrîyê jî da zanîn ku hêzên hikûmetê li herêmê pêşde diçe û ''terorîst'' bo pêşdeçûnê rawestînin, nûçeyên sexte yên êrîşa kîmyayî çêdikin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG