Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Li Sûrîyê Pirtir ji 200 Xebatkarên NY'ê bi Vîrusa Korona Ketine


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li Sûrîyê pirtir ji 200 xebatkarên Neteweyên Yekbûyî (NY) bi vîrusa korona ketine.

Reutersê ew hejmar ji raporeke karbidestekî payabilind yê NY’ê ragihand.

Rêvebirê Alîkarîya Mirovî ya li Sûrîyê ya NY’ê Îmran Riza bi nameyekê ji rêvebirîya NY’ê re da zanîn ku li ser hin xebatkarên wan vîrusa korona hatiye tespît kirin.

Riza dîyar kir ku pirtir ji 200 xebatkar bi vîrusa korona ketine, hin ji wan ketine nexweşxaneyê û hin jî piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derketine.

Wî da zanîn ku di demên dawî de şewba vîrusa korona li Sûrîyê berbelavtir dibe û hejmara pêketîyan bi awayekî cidî zêde dibe.

Wezareta Saxlemî ya Sûrîyê dide zanîn ku li welêt heta niha pirtir ji 3000 kes bi vîrusa korona ketine û 134 kesan bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Hin pisporên saxlemîyê dibêjin ku jiber şerê navxweyî ya li Sûrîyê derfetên bo testên vîrusa korona kêm în didin zanîn ku hejmara pêketî û mirîyên vîrusa korona ji ya wezaret radigihîne pirtir e.

XS
SM
MD
LG