Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Rojhilata Ukrayna Hişyarîyê Dide


Hêzên hikûmeta Ukrayna

Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kir ku dibe ku li rojhilata Ukrayna girjîya di navbera hêzên hikûmetê û serhildayên bi piştgirîya Rûsya de, gurtir bibe.

Şêwirmendê Sîyasî yê Sekreterê Giştî yê NY’ê Miroslav Jenca li Civata Ewlekarî ya NY’ê da zanîn ku li rojhilata Ukrayna, hêzên hikûmetê û yên serhildayan ber bi hev hatine.

Jenca da zanîn ku dibe ku bi wê nêzîkbûnê re her du alî dijî hev çekên giran bikar bînin.

Li gor daneyên NY’ê, ji 2014’an vir ve li rojhilata Ukrayna zêdetirê 3300 sivîl hatine kuştin û 9000 kesên din jî birîndar bûne.

NY dîyar dike ku li rojhilata Ukrayna bi qasî 3,500,000 kes li benda alîkarîya mirovî ne.

XS
SM
MD
LG