Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Li Ukrayna Pirtir ji 1000 Sîvîl Hatine Kuştin


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve bi kêmî ve 1035 sîvîl hatine kuştin û 1650 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor daxuyanîya NY’ê, di nav kuştîyan de 90 zarok hene.

NY dibêje jiber ku li bajarên wek Mariupolê pevçûnên giran dewam dikin, rapor bi derengî dikevin û dide zanîn ku dibe ku hejmara kuştî û birîndar zêdetir be.

Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî dîyar kir ku li Ukrayna heta niha 4,3 mîlyon zarokan ji cîhên xwe bar kirine û 1,8 mîlyon zarok ji wî welatî derketine.

Komîserîya Bilind ya Penaberan ya NY’ê vê hefteyê da zanîn ku ji Ukrayna ya nifûsa wê 44 mîlyon e, heta niha 10 mîlyon kes derketine û 3,5 mîlyon kes bûne penaber.

Welatîyên Ukrayna pirtir derbazî welatên cîran dibin ku ew Polonya, Romanya û Moldova ne.

Rêvebirîya Amerîka do Pêncşemê da zanîn ku ew dê 100,000 welatîyên Ukrayna wek penaber wergire.

XS
SM
MD
LG