Berpirsa mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet îro Duşemê ser kuştinên zêdetirî 400 sivîlên li Bucha û heremên din yên li derveyî paytexta Urayna Kîevê, banga lêpirsînên serbixwe û bi bandor kir.
"Pêdivî ye ku hemî hewil werin kirin da ku lêpirsînên serbixwe û bi bandor ser tiştên ku li Bucha qewimîye, were kirin da ku rastî, dadmendî û berpirsîyarî were peyda kirin û herwiha tazmînat û çareserîya qurbanîyan û malbatên wan," Bachelet got.
Michelle Bachelet di daxuyaniyekê got ku ew "ji dîmenên sivîlên kuştî yên li kolanan û di gorên serpeyî de xofdar bûne.
Wî bi berdewamî dîyar kir ku nûçeyên ku ji Bucha û heremên din têne ragihandin pirsên cidî û fîkarên girîng derdixin pêş; di derbarê îhtîmala tawanên şer, binpêkirinên giran yên hiqûqa mirovahî ya navneteweyî û binpêkirinên cidî yên qanûnên mafên mirovan yên navneteweyî .
Bachelet destnîşan kir ku pêdivî ye ku hemî term werin derxistin û nasnameyên wan were tespît kirin da ku malbatên qurbaniyan agahdar bibin û sedemên rastîn yên mirinên wan werin dîyar kirin.
Wê herwiha da zanîn ku jibo parastina delîlan divê hemî tedbîr werin girtin.