Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) îro Înîyê ragihand ku li Ukrayna ji destpêka êrîşa Rûsya ya di 24'ê Sibatê heya 17'ê Adarê herî kêm 816 sivîl hatine kuştin û 1333 jî birîndar bûne.
OHCHR da zanîn ku piranîya kuştinan jiber çekên teqîner yên mîna topbarana giran, sîstemên roketavêj, êrîşên mûşekî û esmanî pêk hatine.
Tê pêşbînî kirin ku hejmarên rastîn pir zêde ye, jiber ku OHCHR, hîn piştraskirina raportên qurbanîyên ji bajarên wek Mariupolê xebatên xwe temam nekiriye.