Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Ger Şer Bidome Ewê 10 Mîlyon Ukraynîyên Din Koçber Bibin


Neteweyên Yekbûyî (NY) ser metirsîya zêdebûna koçberên Ukraynî hişyarî da.

Berdevikê Sekreterê Giştî yê NY’ê Stephane Dujarric di brîfînga rojane de ser rewişa koçberên Ukraynî axifî.

Dujarric da zanîn ku ger şerê Rûsya û Ukrayna bidome ewê 10 mîlyon Ukraynîyên din koçber bibin.

Wî dîyar kir ku hevkarên wan yên li Ukrayna ew hişyarî dane.

Dujarric got ku pêdivîyên bo koçberan jî gav bi gav zêde dibin.

Li gor daxuyanîya Dujarric, hin xebatkarên NY’ê bo xebatên xwe bidomînin ji Kîev ya paytext derketine, lê hin hîn jî li wir dimînin.

XS
SM
MD
LG