Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY, Venezula bi Binpêkirina Mafên Mirovan Tawanbar Dike


Michelle Bachelet
Michelle Bachelet

Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet dîyar kir ku karbidestên ewlekarîyê yên Venezuela di meha Rêbendanê de 37 kesên piştgirîyê didin rikeberîyê hatine kuştin.

Bachelet da zanîn ku ew kuştinkarî li Caracas ya paytext pêk hatine û dîyar kir ku karmendên bi wê re dixebitin ji wê re ragihandine ku li Venezuela ‘’bi êşkence û bi kuştinê’’ gelek caran mafên mirovan hatine binpê kirin.

Wê got ku li Venezula kêşeya derman û xwarinê didome û dîyar kir ku hikûmet bi awayî naxwaze qebûl bike ku li welêt kêşeyên bi wî rengî hene.

Rêberê rikeberîyê Juan Guaido di meha Rêbandanê xwe wek serokê demkî yê Venezuela ragihandibû.

Amerîka û bi qasî 50 dewletên din dijî rejîma Nicolas Maduro piştgirîya Guaido dikin.

XS
SM
MD
LG