Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Toleyên Amerîka yên Dijî Venezuela Rexne Dike


Michelle Bachelet li Venezuela
Michelle Bachelet li Venezuela

Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan yên Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet toleyên Amerîka yên dijî Venezuela rexne kir.

Michelle Bachelet da zanîn ku ew toleyên dawî dikarin rewşa bi mîlyonan kesên li Venezuela xirabtir bikin.

Bachelet dîyar kir ku tole pir berfireh in û ewê bandora wan li ser çîna feqîr zêde be.

Bi toleyên dawî Amerîka dê hemî hebûna hikûmeta Venezuela ya li Amerîka bicemidîne û kiryarên bazirganî yên bi wî welatî re qedexe bike.

Washington bi vê biryare hewil dide ku zexta li ser Serokê Venezuela Nicolas Maduro zêde bike ku ew dest ji seroktîyê berde.

Rêvebirîya Washingtonê, li şûna Maduro, rêberê rikeberîyê Juan Guaido wek serokê demkî yê Venezuela nas dike.

XS
SM
MD
LG