Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Ronîkirina Rewşa Cemal Xaşiqcî Banga Hevkarîyê Dike


Neteweyên Yekbûyî (NY), ser ronîkirina rewşa rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî, ku ji 2’ê Cotmehê vir ve hinda ye, banga hevkarîyê kir.

Berdevkê NY’ê Stephane Dujarric bi brîfîngekê da zanîn ku NY’ê bang li karbidestên hikûmeta Saudî kiriye ku di vekolîna rewşa Xaşiqcî de ‘’hevkarîyeke xurt bikin’’

Xaşiqcî herî dawî dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Dujarric da zanîn ku ew hêvî dikin ku karbidestên Saudî û Tirk ser ronîkirina rewşa Xaşiqcî hevkarîyê bikin.

Berdevkê NY’ê dîyar kir ku NY dê nekeve nav vekolînan, lê ew ser Xaşiqcî bi karbidestên Saudî û Tirk re hevdîtinan dikin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG