Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Tirkîyê bo Vekolîna Navneteweyî ya Ser Kuştina Xaşiqcî Ti Daxwaza Fermî Nekir


Çavuşoglu û Guterres
Çavuşoglu û Guterres

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres û Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu li New Yorkê ser kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî axifîn.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY’ê Stephane Dujarric dîyar kir ku Tirkîyê bo vekolîna navneteweyî ser kuştina Xaşqicî, ti daxwaza fermî nekiriye.

Sazîyên mafên mirovan bo ronîkirina kuştina Xaşiqcî dixwazin ku vekolîneke serbixwe çêbe.

Li ber e ku Çavuşoglu û hevtayê wî yê Amerîkî Mike Pompeo roja Sêşemê li Washingtonê kom bibin.

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kiribû ku ewê roja Sêşemê ser kuştina Xaşiqcî raporeke berfireh di destê wan de be.

Trup dabû zanîn ku jiber ku di tomarên dengan yên kuştina Xaşiqcî de ‘’êş û tundûtûjî’’ heye, wî nexwestiye wan guhdar bike.

Xaşiqcî di 2’ê Cotmehê de, li Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû kuştin.

XS
SM
MD
LG