Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Her Du Alîyên Şerê Yemenê di Îlonê de Dicivin


Nûnerê Taybet yê Yemenê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Martin Griffiths ragihand ku wan bo qedandina şerê navxweyî yê Yemenê dest bi xebatan kiriye.

Griffiths dîyar kir ku ew hewil didin ku her du alîyên cengê di Îlonê li Cenevrê bicivînin.

Griffiths dîyar kir ku ew dikarin Husîyên Şîa, ku tê îdia kirin ku Îran piştgirîya wan dike, û rêveberîya navendî ya ku Erebîstana Saudî pê re hevkarîya dike, bo çareserîyeke sîyasî kom bikin.

Nûnerê NY’ê da zanîn ku çareserîyeke sîyasî pêkan e û dîyar kir ku ewê civînê di 6’ê Îlonê de pêk bînin.

Nûnerê NY’ê bang li her du alîyên şerê Yemenê kir ku danûstandinan pêk bînin, lê derbarê planên alîyên şer ti agahî neda.

XS
SM
MD
LG