Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Hikûmeta Yemenê û Husî Ser Vekişîna ji Hudeyda li Hev Kirin


Hudeyda
Hudeyda

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku karbidestên hikûmeta Yemenê û serhildayên Husî ser vekişîna ji Hudeyda li hev kirine.

NY ser lihevkirinê ti hûrgilî neda, lê dîyar ku ew ‘’lihevkirine pir girîng e’’

Hikûmeta Yemenê û Husîyan di meha Berfanbarê de jî peymaneke agirbestê îmza kiribûn û ser derketina ji Hudeya li hev kiribûn.

Lê, tevî peymana agirbestê jî pevçûn gur bûbûn û her du alî jî ji herêmê bi temamî dernektibûn.

Li gor lihevkirina nû, di qonaxa pêşî de dê her du alî jî herêmên bi bendergeh yên Hudeyda, Salîf û Ras Îsa vekişn.

Karbidestên NY’ê dîyar dikin ku di qonaxa duyê de jî dê ji temamê Hudeyda hêzên çekdar vekişin.

Bendergeha Hudeyda, ku bo alîkarên mirovî, derman û xwarinan navendeke serekî ye, ji demeke dirêj vir ve di bin kontrola Husîyan de ye.

Berpirsên hikûmeta Yemenê didin zanîn ku Îran di ser vê bendergehê re çekan jî ji serhildayan re dişîne, lê Tehran van îdiayan red dike.

XS
SM
MD
LG