Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Bi Şerê Navxweyî yê li Yemenê 233 Hezar Kes Hatine Kuştin


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku jiber şerê navxweyî yê li Yemenê 233 hezar kes hatine kuştin.

Ofîsa Kordînasyona Alîkarîya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) da zanîn ku li Yemenê jiber şerên ji 2015’an vir ve didomin 233 hezar kes mirine.

OCHA dîyar kir ku hejmara mirinên jiber cengê gihiştiye asteke krîtîk û da zanîn ku divê li wir demûdest agirbest were ragihandin.

Li gor OCHA pevçûnên li Yemenê di sala 2020’an de gur bûne û bi tenê îsal 1500 sîvîl hatine kuştin.

Li Yemenê di navbera hêzên hikûmetê û serhildayên Husî yên bi piştgirîya Îraê pevçûn çêdibin.

Sana ya paytext û hin herêmên din ji 2014’an vir ve di destê Husîyan de ne.

Koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî ji Adara 2015’an vir ve dijî Husîyan piştgirîya hêzên hikûmeta Yemenê dike.

XS
SM
MD
LG