Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Lêpirsîna Bo Binpêkirinên Yemenê Betal Kir


Dîmeneke ji şerê navxwe yê Yemenê (Arşîv)
Dîmeneke ji şerê navxwe yê Yemenê (Arşîv)

Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Pêncşemê biryar da ku xebatên pisporên xwe yên ku li Yemenê ser binpêkirinên mafan lêkolîn dikin, bidawî bike.

Konsey ya ku ji 47 endaman pêk tê, dijî nûkirina dema Koma Pisporên Navneteweyî û Herêmî yên li ser Yemenê, biryar da.

Ev ji damezrandina sazîya mafên mirovan ya NY ya 2006'an de vir ve cara yekê ye ku pêşnîyareke tê red kirin.

Pêşnîyara biryarê ji alîyê welatên Ewrupa û Kanada jibo dema xebata pisporan du sal were dirêj kirin, hatibû pêşkêş kirin.

Nêzî 21 welat dijî vê yekê derketin, tevî Bangladeş, Çîn, Kuba, Hindistan, Endonezya, Lîbya, Pakistan, Fîlîpîn û Rûsya.

18 welatan jî bo erêkirina pêşnîyarê deng dan, di nav de Arjantîn, Brezîlya, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Meksîka û Koreya Başûr hebûn.

Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) Agnes Callamard got, "Gelê Yemenê terikandin. Xiyanet kirin. Dîsa dîsa."

Enstîtûya Qahîreyê ya jibo Lêkolînên Mafên Mirovan (CIHRS) got encam bi "lobîya xurt" ya Riyadê ve hatiye girtin.

CIHRS destnîşan kir ku ev yek "hewlek eşkere ya Saudî û hevalbendên wê bû ku bo xwe parastinê ava bikin, piştî ku bi tawanên şer re û binpêkirinên din yên giran yên dijî hiqûqa navneteweyî li wî welatî re têkildar bûn."

Jiber şerê navxwe ya li Yemenê bi deh hezaran kes hatin kuştin û bi mîlyonan jî koç kir, ku NY wek krîza mirovî ya herî xirab a cîhanê bi nav dike.

Jiyana ji sedî 80'ê mirovên Yemenê niha bi alîkariyê ve girêdayî ne ku nifusa wê bi tevahî 30 mîlyon e.

XS
SM
MD
LG