Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Alîyên Şerker li Yemenê Ser Dirêjkirina Agirbestê Hevbîr Nabin


Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê bo Yemenê Hans Grundberg
Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê bo Yemenê Hans Grundberg

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê bo Yemenê Hans Grundberg ragihand ku ser dirêjkirina peymana agirbestê lihev nekirine û negiheştine encameke, peymana bi navbeynkarîya ku do Yekşemê bidawî bû.

Hans Grundberg dîyar kir ku wê hewlên xwe yên bo dirêjkirina dema peymanê agirbestê û peymaneke berfirehtir ya di navbera koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî û Tevgera Hûsîyan de, ku her du jî bo lihevkirinê di bin givaştinên navneteweyî yên tund de ne.

"Ezê hewildanên xwe yên bênavber bidomînim bo ku alîyan demûdest ser peymaneke bi rêgeheke pêşdetir hevbîr bikim."

Nûnerê NY Grundberg pêşnîyareke pêşkêşî artêşa Yemenê û Tevgera Hûsîyan kiribû, jibo dirêjkirina peymana agirbestê ku di 2’yê Nîsana borî destpê kiribû û bo 6 mehan berdewam kir.

Li gor pêşnîyarê bo dirêjkirina agirbesta şeş mehan, mekanîzmayeke wê were ava kirin; bo mûçeyên leşkeran û karmendên sivîl , vekirina rêyên sereke li bajarê Teez û eyaletên din, xebitandina firokxaneya Senaa ya paytext û derbazbûna keştîyên sotemenîyê bendera Hedîde ya ku di destê Hûsîyan de ye.

Şerê navxwe yê li Yemenê bi gelemperî mîna şerekî wekaletî ya di navbera Erebistana Saudî û Îranê de tê dîtin, bi deh hezaran kes hatine kuştin, aborî wêran bûyek û bi mîlyonan kes rûbirûyê birçîbûnê hişt.

Koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî û Tevgera Hûsîyan do Yekşemê hevdu bi astengkirina hewildanên aştiyê tawanbar kirin.

Hikûmeta ku Erebistana Saudî piştgirîyê dike, Husîyan, desthilatdarên defakto yên li bakur, bi redkirina peymanê tawanbar kir.

Civata Bilind ya Siyasî ya Hûsîyan pêşnîyara NY rexne kir, jiber ku tê gelek kêmasî hene.

Tevgera Hûsîyan herwiha dijî "balafirgeh, bender û pargîdaniyên neftê yên welatên êrîşkar" gefa êrîşan xwar, ger koalîsyona leşkerî ya bi pêşengîya Erebistana Saudî qedexeyên xwe yên deryayî û hewayî ranekin.

Koalîsyonê di Adara 2015’an de piştî ku Hûsîyan hikûmeta naskirî ya navneteweyî ji paytext Sana derxistin, destwerdan kir.

Tevgera Hûsîyan dibêje ku ew şerê sîstemeke gendelî û êrîşeke biyanî dike.

Nûnerê NY Grundberg bang li koalîsyona leşkerî ya bi pêşengîya Erebistana Saudî û Tevgera Hûsîyan kir ku aramîyê biparêzin û bo aştiyê hewl bidin.

XS
SM
MD
LG