Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ragihand ku Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro civîneke awarte li dar dixe ku ji krîza li santrala navokî ya Zaporizhzhia ya Ukrayna re çareserîyekê bibîne.
IAEA da zanîn ku berpirsê giştî ya Ajansê Rafael Mariano Grossi ji Civata NY re wê agahdarî pêşkeş bike, di derbarê rewşa ewlehîya navokî ya li Zaporizhzya û hewildanên bo demûdest rêkirina tîmeke bo santralê.
Li ber e ku civîn îro piştî nîvro seat 3’an da destpê bike, çend roj piştî ku jiber topbarana ser ZNPP egera qezayeke navokî derket hole ku navenda navokî ya herî mezin ya Ewrupa ye û şeş reaktorên wê.
Li gor jêderên dîplomatîk 15 welatên endamên Civata Ewlekarîyê wê li ser daxwaza Rûsya kom bibin.
Rûsya yek ji pênc endamên herdemî ya Civata Ewlekarî ya NY ye , ligel Brîtanya, Çîn, Fransa û Amerîka ku ser biryarên NY, mafên wan yên vetoyê heye.