Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Par Pirtir ji 8,500 Zarok Wek Leşker Hatine Karanîn


Sekreterê Giştî yê NY'ê Antonio Guterres
Sekreterê Giştî yê NY'ê Antonio Guterres

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku par di pevçûnan de 8,500 zarok wek leşker hatine karanîn û bi qasî 2,700 zarok jî hatine kuştin.

Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres bi raporeke bo Civata Ewlekarî ser zarokên hatine seqetkirin, revandin, bo seksê hatine îstismarkirin û wek leşker hatine karanîn agahî dan.

Rapor raber dike ku di 21 pevçûnan de mafên 19,379 zarokan hatine binpêkirin.

Ew rapor dide zanîn ku binpêkirina mafên zarokan di sala 2020’an de herî zêde li Somalî, Komara Demokratîk ya Kongo, Afganistan, Sûrîye û Yemenê çêbûye.

Li gor raporê, par di pevçûnan de 8,521 zarok wek leşker hatine karanîn, 2,674 zarok hatine kuştin û 5,748 zarok birîndar bûne.

Di raporê de lîsteyeke reş jî heye ku karbidestên NY’ê dixwazin alîyên pev diçin û mafên zarokan binpê dikin fedîkar derxin.

Jiber ku bo lîsteyê di ser Erebistana Saudî û Îsraîlê danûstandin çêdibin li ser lîsteyên nîqaş jî hene.

Îsraîl heta niha ti car neketiye wê lîsteyê lê koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî jiber binpêkirina mafên zarokên li Yemenê ketibû lîsteyê û bo sala 2020’an ji lîsteyê hat derxistin.

Guterres bo nîqaşên ser lîsteyê kêm bike di sala 2017’an de lîste kir du kategorî ku di yekê de alîyên ku bo berevanîya zarokan tedbîran distînin heye û di ya din de jî alîyên tedbîran nastînin têne bi cîh kirin.

Di lîsteya nû de Artêşa Myanmarê û hêzên hikûmeta Sûrîyê ketin kategorîyê alîyên bo berevanîya mafên zarokan tedbîran nastînin.

XS
SM
MD
LG