Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Rûdaneke Trafîkê ya Qada Times Square de Kuştî û Birîndar Hene


Di rûdaneke trafîkê de li qada Times Square ya navdar ya bajarê New Yorkê 1 kes hate kuştin, dora 20 kesên din jî birîndar bûn.

Dîdevan dibêjin ajovanekî trombîla xwe li ser girseya qadê ajot û bû sedema qaza trafîkê.

Karbidestên ewlekarî didene zanîn ku ajovan hate desteser kirin û ew bawer nakin bûyer kiryareke terorîstî ye.

Serok Donald Trump li ser rewşê hate agahdar kirin û pêzanînnê nû ji wî re têne şandin, berdevkê Qesra Sipî Sean Spicer got.

Polîs cîhê bûyerê ji hatin, çûyînê re girt û lêpirsîna bûyerê hîn berdewam dike.

XS
SM
MD
LG