Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NYT Ser Kuştina Cemal Xaşiqcî Îdiayeke Nû Belav Dike


Prensê Saudî sersaxîyê ji kurê Xaşiqcî re dixwaze
Prensê Saudî sersaxîyê ji kurê Xaşiqcî re dixwaze

Rojnameya New York Times ser kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî îdiayeke nû belav kir.

NYT di nûçeyekê de axaftina bi telefonê ya karbidestekî Saudî, ku di nav tîma bi 15 kes ya ji Erebîstana Saudî çûbû Tirkîyê de ye, weşand.

Di nûçeyê de tê ragihandin ku karbiestê Saudî Mahîr Abdulazîz Mutreb, ji zilamekî ku tê fikirîn ku alîkarekî Prensê Cîgir Muhammed Bîn Selman e re dibêje ‘’Xeberê bidin patronê xwe, camêran karê xwe qedand’’

Li gor nûçeyê navê Muhammed Bîn Selman di nûçeyê de derbaz nabe, lê ji zarê karbidestên îstixbaratê yên Amerîkî tê ragihandin bi gotina ‘’patron’’, prensê cîgir tê qest kirin.

New York Times dîyar dike ku tomarên dengan, ku Seroka Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) Gina Hespel di serdana Tirkîyê de guhdar kiribû, li gor îstixbaratê ser peywendîya Prensê Saudî û kuştina Xaşiqcî delîlê herî xurt e.

Karbidestên ku bûyera kuştina Xaşiqcî dişopînin ji Reuters’e re didin zanîn ku di destê Tirkîyê de ji yekî pirtir tomarên dengan hene.

XS
SM
MD
LG