Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baydemîr: Nêrîna Gelê Kurd ji Parlementerî Girîngtir E


Parlemanterîya endamên HDP'ê Baydemîr û Irmak hat pûç kirin û bi vê biryarê, HDP'ê bi giştî 11 kursî ji dest dan .

Baydemîr piştî serdana Herêma Kurdistana Îraqê, niha li Ewrupa ye. Wî got ku wek sûc xwestin vê biryarê derxin, lê ev jibo wî rûmet e.

Baydemîr biryar ji Dengê Amerîka re şîrove kir û got ku ev biryar nîşana dîktatorî u çavsorî ye.

"Tiştê ku gel da destê me, tenê gel dikare ji destê me bistîne. Me bi dengê xwe aşitî, azadî xwestîye, lê destdirêjî li deng me hate kirin. Daxwaza aşitî û azadîyê wan nerihet kir."

Baydemîr bi bîr xist ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan biryara hilbijartinên pêşdem da.

“Di 24'ê Hezîranê hilbijartin heye û desthilatdar naxwazin ku em têkevin hilbjartinê. Dixwazin min tasfîye bikin.“

Baydemîr axaftina xwe ya ser Kurdistanê jî bi bîr xist û got ku ne carekê, bila hezar caran Parlemanterîya min bi qurbana azadîya Kurd û Kurdistanê bibe.

“Xwesteka me azadîya Kurdistanê ye. Ez di xizmeta gelê Kurd û Kurdistanê de me. Nêrîna gelê me jibo me esas e. Ev biryar jibo min ne tawan e, lê serbilindî ye."

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:46 0:00

XS
SM
MD
LG