Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ÎHD Daxwaza Demûdest Berdana Serokê Xwe Turkdogan Dike


Hevserokê Komela Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan li Enqerê îro serê sibêhê li mala xwe hate binçav kirin.

Her îro, berdevka jinên HDP’ê li Enqerê Zeyno Bayramoglu, endama Meclîsa Partîyê yê HDP’ê Alî Ozkan, Hevseroka HDP’ê ya bajarê Eskîşehîrê Sukrîye Ercan, endamên HDPê Huseyîn Gewher û Betul Koca hatin binçav kirin.

Piştî operasyona Wezîrê Karê Hindur Suleyman Soylu di derheqê ÎHD’ê de gotibû ku “bila canê ÎHD’ê derkeve.”

Demeke kin piştî vê gotinê, Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan hate binçav kirin.

Îro rêxistinên demokratîk, komelên mafparêz û jimareke aştîxwaz li avahîya ÎHD’ê kom bûn.

Rêxistinan bang li hikûmeta Tirkîyê kir ku Turkdogan demûdest berde.

Sektreterê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban jî Dengê Amerîka re got ku Soylu bi vê binçavkirinê dixwaze tolê ji wan hilde.

“Hevserokê me Ozturk Turkdogan ne kesekî revok e. Ew li nav sinorên Tirkîyê dijî. Heke bang bikirana ewê bixwe jî biçûya emnîyetê. Lê wan wisa nekir û êrîş birin ser mala wî û li wê derê ew binçav kirin. Bi van êrîşên diwazin ji ÎHD’ê tolê hildin.”

Di dema binçavkirinê de polîsan dema li mala Turkdogan lêgerîn kirine, dest dana ser kompîter û telefona wî jî.

Kuçukbalaban hem binçavkirinê û hem jî awayê binçavkirinê dijî mafê mirovan dibîne.

“Li Tirkîyê her sibeha Înê li cîyekî oparasyonek tê çêkirin û mirov tên binçav kirin. Êdî dewletê ev operasyonên roja Înê bûne tiştekî hergavî. Em van napejîrînin û demûdest daxwaza berdana hevserokê me dikin.”

ED_19_03_2021_ÎHD_Kuçukbalaban
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:22 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG