Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Amerîka Bang Li Nîkaragua Dikin Ku Dawî Li Binpêkirinên Mafan Bîne


U.S. Secretary of State Blinken and OAS Secretary General Almagro deliver remarks in Washington
U.S. Secretary of State Blinken and OAS Secretary General Almagro deliver remarks in Washington

Rêxistina Welatên parzemîna Amerîkî (OAS) roja Înê bang li Nîkaragua kir ku "hemû binpêkirinên mafên mirovan rawestîne" û girtiyên siyasî serbest berde, di biryarekê de ku bi yekdengî di civîna xwe ya salane ya li Waşintonê de hate pejirandin.

Neteweyên Yekbûyî û hikûmetên rojava gelek caran hikûmeta serok Daniel Ortega bi binpêkirina mafên mirovan û hewildana neqanûnî ya ji bo şikandina hemû opozîsyonê tawanbar kirine.

Li Nîkaraguayê piştî xwepêşandanên dijî hikûmetê yên sala 2018an bi sedan kes hatin girtin.

Gelek dijberên Ortega berî hilbijartinên seroktiyê di sala 2021an de hatin girtin, û ji 2020an ve, ji 2,000 komele, rêxistinên ne hikûmî û sendîkayan re qedexe ye ku kar bikin.

Biryarnameya OAS, bi piştgirîya Amerîka, Keneda, Şîlî û Kosta Rîka, bang li Nîkaraguayê dike ku "hemû binpêkirinên mafên mirovan rawestîne û rêzê li mafên sivîl û siyasî, her weha azadîyên olî û serweriya qanûnê bigire, û dev ji " her cûre tirsandinê" li dijî çapemenî, civakên olî û rêxistinên sivîl berde.

Ew her weha daxwaz ji Nîkaraguayê dike ku "bê şert û merc hemî girtiyên siyasî serbest berde" û " biryarên ku dijberan bê nasname dihêle ji nav bibe, di nav de jî zêdetirî 200 kesên ku îsal sirgûnî Amerîka bûne."

Nîkaragua daxwaz kir ku ji rêxistinê derkeve, tevgerek ku dê di meha Mijdarê de biqede, ji bo protestokirina redkirina OASê ku hilbijartinên 2021an nas bike.

OAS berê jî biryarên bi heman rengî li dijî Ortega qebûl kiribû piştî raportên çewsandina olî li welêt.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG