Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Kerta Taybet Soza 3 Milyard Dolaran bo Têrkirina Afrîqa Dide


Serokê Amerîka Barak Obama hevalbendîyek nû ragehand bo beşdarkirina kerta taybet di pêşvebirina berdestkirina xwarinê lê Afrîqa, li demekê de welatên dewlemend li gel girifta kurt hatina bûdcê berevrû bûne.

Serok Obama ev bizav roja Eynî li Waşington ragehand, li demê rêberên grûpa heşt welatên pîşesazîyê yên herî li pêşîyê, (Amerîka, Brîtanîya, Alman, France, Îtalîya, Japan, Kenede û Rûsîya) xwe amade kirin civîna xwe ya bilinda aborî ya salane li Kamp David, dervey Waşingtona paytext encam biden.

Rêzdar Obama got 45 kompanî, ji şirketên mezinên navneteweyî ve bigre heta kompanîyên Afîqî, soz dane pitirî 3 milyard dollaran kom biken wek pêngavek nû bo alîkarîkirina çandinîyê.

Rêzdar Obama pêdagirt sozên ji layê kerta taybet ve bo hindê nîne cihê alîkarîyan bigrin, got Amerîka dê berdewam be li ser sermayegozarîyek dîrokî di warê geşepêdanê de. Wî got Amerîka erkek moralî heye ku pêşengîya şerê li dijî birsîbûnê û xwarina nebaş bike.

Serok Obama got sozên ji layê kompanyên kerta taybet ve li gel alîkarîyên ji layê welatan ve dê bikarin di nav 10 salên bihêt de alîkarîya 50 milyon kesan biken xwe li jêr barê hejarîyê rizgar biken.

XS
SM
MD
LG