Serokê Amerîka Barack Obama û Serokê Rûsya Dmitri Medyedev peymeneke girîng ya navokî îmza kir, ku stoka navokî ya her di alîyan, % 30 kêmtir dike.
Ev rekeftina ku roja Pencçemê li Komara Çek hate îmza kirin, rê dide her du welatan ku bi qasî
Dema merasîma îmza kirinê li Pragê, her du rêber pesna peymanê da. Serokê Amerîka Barack Obama peymana nû, wekî pêngavake girîng di ewlehîya navokî û nehêlana berfireh bûna navokî binav kir.
Serokê Rûsya Dmitri Medyedev jî bi heman rengî axaft û got, her du alî serkeftineke dîrokî destve anî, ku heta çend meh berî, wekî tiştekî nemimkûn dihate dîtin. Rêberê Rûsî her wiha got, îmza kirina bûyera dîrokî, reng e di hevkarîya navbêra du welatan de qonaxeke nû veke.
Her du serok, her wiha soza danana toleyên nû li hember Îranê da, eger Komara Îslamî halwesta xwe ya dewlemend kirina uranyumê bidomîne û derbarê programa xwe ya navokî venegere ser danûstandinan.