Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama û Romney Derdikevin Pêş Hilbijêran


Serokê Amerîka Barack Obama û hevrikê wî yê Komarî Mitt Romney, di gotûbêja yekê ya televîzyonî de êvara Çarşemê li eyaleta Denver derdikevin pêş hilbijêran.

Gotûbêja seroktîya Amerîkî wê li Zanîngeha Denver’e were kirin û di televîzyonên Amerîkî de bi zindî were weşandin.

Tê çaverê kirin ku her du berbijar li ser kêşeyên navxweyî yên wek aborî û saxlemî nêrînên xwe eşkere bikin.

Li vê demê ku 5 hefte mane ku hilbijartin pêk werin, birêz Obama di pirsnameyên civakî de li pêş rêzdar Romney xuya dibe, hem li asta netewî û hem jî li asta çend eyaletan ku li ber e encama hilbijartina 6’ê Mijdarê dîyar bikin.

Serok Barack Obama do Sêşemê ligel şîretvanên xwe yên kempeynê li nêzêjê bajarê Los Angeles ya wîleyeta Nevada borand û çû dîtina Berava Hoover anku Hoover Dam a dîrokî.

Mitt Romenyê Komarî ku karsaz û walîyê berê yê eyaleta Massachusetts bû li Denver e û li benda gotûbêjê ye.

Pisporên sîyasî dibêjin, gotûbêjên televîzyonî şansa dawî ya birêz Romney e ku kempeyna xwe jinûve bivejîne û li hember birêz Obama dengên xwe zêde bike.
XS
SM
MD
LG