Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Ez bi Joe Biden Pir Serbilind im


Cîgirê Serok Joe Biden li hember bersîva Paul Ryan nerazîbûna xwe dîyar dike
Cîgirê Serok Joe Biden li hember bersîva Paul Ryan nerazîbûna xwe dîyar dike
Serok Barack Obama dibêje, ew bi Cîgirê Serok Joe Biden pir serbilind e, piştî gotûbêja hilbijartinê ya êvara Pêncşemê bi hevrikê xwe Komarî Paul Ryan.

Birêz Obama gotûbêja zindî li nav firoka seroktîyê ya bi navê Air Force 1 temaşe kir, gava ew jî eyaleta Florida vedigerîya paytaxt Washington'ê.

Serok Obama dema geheşte Washingtonê, li bingeha leşkerî ya Joint Base Andrews bi rojnamevanan re axifî.

Rêzdar Obama got, “ez bi Joe Biden pir serbilind im. Bi dîtina min wî gelek bi serkeftî behsa gelek babetan kir. Evîna wî ya xurtkirina aborîyê û parastina çîna navîn gelek berçav bû.”

Serok Barack Obama û hevrikê wî yê Komarî, Mitt Romney roja Sêşemê li bajarê Hempstead ya New York’ê bo cara duyê di gotûbêja hilbijartinê de ber û ber dibin.

Gotûbêja sêyê û ya dawî li ber e li 22’yê Cotmehê li eyaleta Florida were kirin.
XS
SM
MD
LG