Kovara Time, Serokê Amerîkî Barack Obama wekî “Kesê Salê” destnîşan kir.
Kovar dibêje, hilbijartina dîrokî ya birêz Obama jibo gereke din ya seroktîyê, jibo Amerîkayê semboleke guhertina demografîyê bû.
Kovara Time herwiha Obama wek “sembol û endazyarê Amerîkaya nû” binav kir.
Ev care duduyan e ku birêz Obama vê rûmetê werdigire. Obama yê Demokrat di sala 2008’ê de ji alîyê kovarê ve hatibû destnîşan kirin, piştî ku wî hilbijartinên seroktîyê destve anîbû.
Di rêza duduyan de bizavkara Pakistanî Malala Yusafzayî cî digire. Bizavkara genc ya Pakistanî ji alîyê mîlîtanên Talîbanê ve hatibû birîndar kirin, jibo helwesta wê ya derbarê mafên perwerdeyê jinan.
Kesên din ku giheştibûn qonaxa dawî ya pêşbazîya kovara Time, berpirsê kampanya Apple Tim Cook û herwiha Serokê Misirê Mihemed Morsî û zanyara Îtalî Fabiola Giannati bûn.