Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FBI: Di Nameya ku Serok Obama re Hate Şandin de Şika Jahra Ricin Heye


Karbidestên ewlehî yên Amerîkî dibêjin, di nameyekê ku ji Serok Obama re hate şandin de jahra “ricin” hate dîtin.

Ev bûyera duyê ye di nav du rojên borî de ku zarfên gumanbar ji sîyasetvanên payabilind yên Amerîkî re têne şandin.

Vekolêrên Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) dibêjin, nameya ku ji Serok Obama re hate şandin, ji alîyê zerevanên Dezgeha Nepênî ya Amerîkî (U.S. Secret Service) ve hate kontrol kirin û vê gavê vekolîn berdewam e.

Karbidest dibêjin, ew bawer nakin ku peywendîya vê mektubê bi peqînên li Bostonê heye.

Roja Sêşemê jî di nameyekê de ku ji Senator Roger Wicker re hate şandin, jahra "ricin" ya kujêr hatibû dîtin.

Nameya jahkirî li navendeke postayê hatibû dîtin û karbidestan ragihandibû ku encama her sê testan erênî derketibû.
XS
SM
MD
LG