Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Soza Reforma Îstixbaratî Dide


Serokê Amerîka Barack Obama îro Înîyê got, ew dixwaze hin reforman ser programa berhevkirina îstixbaratê bike.

Serok di axaftina xwe ya televîzyonê de got, komkirina îstixbarata nepênî gelek feyde anîye ewlehîya welatê me û azadîya me.

Wî got, ew hizra hin reforman dike ku dîyar bike wê Ajansa Ewlekarî ya Netewî (NSA) çawa karê xwe bidomîne.

NSA di vê dema dawî de gelek rastî rexneyên tund tê, piştî ku kontratçîyê berê Edward Snowden dîyar kiribû ku telefona gelek hemwelatîyêan têne guhdarî kirin.

NSA dibêje Snowden 1.7 mîlyon agahîyên nepênî dizîn û ligel xwe birin Rûsya.
XS
SM
MD
LG